Li Mûşê pêşbaziya xwendina Qur’anê

Bi dengên xwe yên zîz û zelal Qur'an xwendin.

Li Mûşê pêşbaziya xwendina Qur’anê

Li Mûşê pêşbaziya xwendina Qur’ana pîroz hat lidarxistin. Xwendekarên ku ji 5 kurs û 7 mektebên bajêr beşdarî pêşbaziyê bûn bi dengên xwe yên zîz û zelal Qur’an xwendin.

Li Mûşê bi hevkariya Serokatiya Karên Diyanetê û Midûriya Perwerdeyê ya bajêr pêşbaziya xwendina Qur’ana Pîroz hat lidarxistin.

Ji 5 kursên hafiziyê û 7 mektebên îmam û xetîbiyê gelek xwendekar û hafiz beşdarî pêşbaziyê bûn û bi dengên xwe yên zîz û zelal dilê mêvanan xweş û mest kirin.

Piştî pêşbaziyê xwendekarên serkeftî ji aliyê rayedaran hatin xelatkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE