Li Mûşê qedexeya civîn û meşê

Di daxuyaniya Walîtiyê da hat gotin hêzên ewlehiyê li hundir û dervayî welêt dijî rêxistinên terorê biserkeftî operasyonên xwe didomînin.

Li Mûşê qedexeya civîn û meşê

Walîtiya Mûşê daxuyand li bajêr civîn, meş, xwepêşandan, daxuyaniyên çapemeniyê hemû cure çalakiyên bi vî rengî ji bo 15 rojan hatin qedexekirin.

Di daxuyaniya Walîtiyê da hat gotin hêzên ewlehiyê li hundir û dervayî welêt dijî rêxistinên terorê biserkeftî operasyonên xwe didomînin.

Hat gotin hin kesên piştgiriyê didin rêxistinên terorê dibe ku operasyonan hincet nîşan bidin civîn û çalakiyan bikin, provokasyon, tevgerên tundiyê û propagandaya terorê bikin ku ev jî ji bo can û malê gel bibe talûke.

Di daxuyaniyê da hat gotin rêxistinên terorê û şaxên wan li ser medyaya civakî ji bo çalakî bên kirin bang dikin, lê ji bo ku rê li ber wan û bûyerên nebaş bên girtin li bajêr civîn, meş, xwepêşandan, mitîng, konvegirtin, vekirina standan, greva birçîbûnê, konferans, çalakiya rûniştinê, daxuyaniyên çapemeniyê hemû cure çalakiyên bi vî rengî heta 19ê Îlonê saet 23.59an ji bo 15 rojan hatin qedexekirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 04 îlon 2019, 17:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE