"Li Mûşê rêjeya aşîlêdana doza duyem derket ser ji sedî 55an"

Di aşîlêdana doza duyem a dijî Kovîd1-9ê de Erzurum bû zer, Mûş jî bû tûrenc

"Li Mûşê rêjeya aşîlêdana doza duyem derket ser ji sedî 55an"

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca ragihand ku di aşîlêdana doza duyem a dijî Kovîd1-9ê de, Erzurumê ji sedî 65 derbas kir ket kategoriya zer, Mûşê jî ji sedî 55 derbas kirû ket kategoriya tûrenc de.

Wezîr Koca di parvekirina xwe ya li ser hesabê Twitterê de eşkere kir ku  Erzurumê di aşîlêdana doza duyem a dijî Kovîd1-9ê de,  ji sedî 65 derbas kir. Erzuruma ku ket kategoriya zer pêdivê rêjeya xwe zêdetir bike û ev peyam da: "Çiqa rêjeya aşiyê zêde bibe hewqas rîsk kêm dibe."

Koca herwiha got ku Mûş jî ketiye kategoriya tûrenc de û wiha pê de çû:

"Li Mûşê rêjeya aşîlêdana doza duyem derket ser ji sedî 55an. Mûşa ku ket kategoriya tûrenc pêdivê rêjeya xwe zêdetir bike. Tenê yek doz naparêze, berî dereng mayinê doza duyem jî lazim e."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE