Li Mûşê rêya gund û gomên ji ber berfê hatibûn girtin hatin vekirin

Li bajêr berfa wan rojan barî rêya gund û gomên li herêmên bilind xitimand.

Li Mûşê rêya gund û gomên ji ber berfê hatibûn girtin hatin vekirin

 Li Mûşê ji ber berf û bage rêya 10 gund û 21 goman xitimî, ekîban rêyên girtî ji nû va vekirin.

Li bajêr berfa wan rojan barî rêya gund û gomên li herêmên bilind xitimand.

Li ser vê ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr li texma Çawîştepeyê ji bo vekirina rêya gundên li ser rêya Sêmalkan dest bi xebatan kirin.

Ekîban li herêma qalindahiya berfê xwe avêtibû nava merivan rêya 10 gund û 21 goman vekirin.

Mîthat Yakişanê operator daxuyanî da nûçegihanan û diyar kir ku li hin ciyên herêmê ji ber bagerê qalindahiya berfê ji nava meriv derbas bibû û wiha axivî: "Li hin ciyan ji ber mijê me gelekî tengasî kişand lêbelê ligel zor û zehmetiyê em hemû rêyan vedikin da ku welatî bi rihetî herin û werin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE