Ekîbên Îdareya Taybet a Mûşê dest bi xebatên asfaltkirina rêyên gundan kirin.
Şeyhmus Yenturê Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Mûşê daxuyanî da û diyar kir ku ew ê di sala 2020î da bi 40 milyon lireyî va 400 kîlomêtre rêyên li tevahiyê bajêr çêkin.
Yentur destnîşan kir ku li Yolgozler û Yunorena gundên Korkutê û Karameşaya gundê li ser navendê dest asfaltkirina rêyên gundan kirin û wiha pê da çû:
"Li rêyên gundan asfalta ewil reşandin û dest bi rûkirinê kirin. Li navçeyên me jî amadehî hatin kirin, Înşaellah em ê hetanî serê cotmehê xebatên xwe xilas bikin. Îsal di çarçoveya veberhênana ji bo rêyên gundan da 40 milyon lire budçe hat veqetandin. Midûriyeta Xizmetên Rê û Gihandinê ya Îdareya Taybet a Bajêr ya me bi 12 ekîban xebatên xwe didomîne."