Li Mûşê Şaredarê Bajarokê Altinovayê yê HDPyî Casim Budakê ku di çarçoveya lêpirsîna dijî terorê de hatibû binçavkirin, ji sûcê "endambûna rêxistina terorê" hat girtin.
Şaredarê HDPyî yê Bajarokê Altinovaya girêdayî navçeya Korkutê Casim Budakê ku di çarçoveya lêpirsîna dijî terorê de ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Mûşê hatibû binçavkirin, piştî karûbarê îfadeyê derxistin dadgehê.
Bûdakê ku piştî jêpirsîna li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê bû, ji sûcê "endambûna rêxistina terorê" hat girtin.
Ji aliyekî din ve piştî binçavkirina Budak, Wezareta Navxweyî wî ji kar dûr xist û li Şûna wî Qaymeqamê Korkutê Hasan Sadebiyik wezîfedar kir.