Ji parêzgehên li Herêma Rojhilatê Anadoluyê Wan, Hekarî, Mûş û Bidlîsê ji ber berf û bagerê rêyên 296 gund û goman tunene.
Di daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin Wanê da hat ragihandin ku ji ber şertên neyînî yên hewayê rêyên 179 gund û goman hatin girtin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku li navçeyên Gurpinar, Çatak, Bahçesaray, Gevaş, Başkale û Çaldiranê xebatên vekirina rêyan berdewam in û li deverên gundnîşîn tesîra hewaya nebaş didome.
Di daxuyaniya Midûriyeta Rêbejayê ya Herêma 11emîn da jî hat diyarkirin ku rêya Wan-Bahçesarayê ku duh ji ber berf û bagerê hatibû girtin, vebû.
- Hekarî
Li gorî agahiya ku ji Walîtiya Hekariyê hat wergirtin, ji ber şertên xirab yên hewayê li navenda parêzgehê rêyên 5 gund û 11 goman, li navçeya Yuksekovayê jî rêyên 6 gund û 20 goman hatin girtin.
Ji bo vekirina rêyên van 42 gund û goman ekîbên berfê yên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê xebatên xwe didomînin.
- Mûş û Bidlîs
Li Mûşê rêya komî ya gundan a Uçevlerê ku rêyên 9 gund û 22 goman ji vê derê diçe, ev 20 roj e ji ber bager û barîna zêde ya berfê venabe.
Ekîbên berfê yên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê xebatên xwe yên vekirina rê didomînin.
Li herêma ku stûriya berfê cih cihan digihêje 10 mêtreyî, ekîb ligel 5 makîneyên kar xebatên xwe dewam dikin. Tê texmînkirin ku rê dê di nava 2-3 rojan da bên vekirin.
Ekîb bi kepçeyan berfê pêşiyê belav dikin û dû ra bi wesayîta rotatîf (wesayîta ku berfê dûr davêje) berfê paqij dikin.
Midûrê Xizmetên Rê û Veguhastinê yên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê Mehmetşah Şenturk diyar kir ku rêya komî ya gundên Derecek, Agilli, Ekinduzu, Arikoy û Cevizliyê ku ew jê ra dibêjin herêma Uçevlerê ev 20 roj e girtî ye.
Şenturk bal kişand ku îsal li herêmê bagereke bihêz jî heye û wiha dewam kir:
"Ji ber vê çendê îsal stûriya berfê derket 10 mêtreyî. Ekîbên me li herêmê bi 2 rotatîf, qato û 2 kepçeyan va dixebitin. Ji ber ku bejna kepçeyê negihîşt berfê, me qato şand deverê. Em dixwazin rêya gundan a komî ya Uçevlerê di 2-3 rojan da vekin. Herçiqas li navenda bajêr zêde nebe jî, lêbelê li deverên bilind û serdest berfeke gumrah dibare."
Herwisa hat ragihandin ku li Bidlîsê jî ekîb xebatên xwe yên vekirina rêyên 44 gundan didomînin.
AA