Li Mûşa ji sedî 57ê gel li gundan dijî, ekîbên mobîl ji bo aşiyê hewl didin

Ekîbên di banê Midûriyeta Tenduristiya Bajêr da hatin avakirin ji bo welatiyan aşî bikin ku nexweşî xilas bibe gund bi gund tax bi tax digerin.

Li Mûşa ji sedî 57ê gel li gundan dijî, ekîbên mobîl ji bo aşiyê hewl didin

Li hin bajarên Tirkiyeyê hejmara kesên ku herî kêm dozek aşî li xwe xistine gelekî kêm e ji wan bajaran yek jî Mûş e. Li Mûşê ekîbên tenduristiyê yên mobîl ji bo aşiyê welatiyan bixin dixebitin.

Ekîbên di banê Midûriyeta Tenduristiya Bajêr da hatin avakirin ji bo welatiyan aşî bikin ku nexweşî xilas bibe gund bi gund tax bi tax digerin.

Serdal Turkogluyê Midûrê Tenduristiya bajêr jî car caran bi ekîban ra derdikeve rê û dixebite ku welatiyan qanî bike.

Ekîbên bi sedan kes îqna kirin û li bajêr 214 hezar kes aşî kirin ji bo rêjeya aşîbûnê ji sedî 51,2yê zêdetir bikin hewl didin.

Turkoglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji sedî 57ê serjimara Mûşê li gund û goman dijîn û wiha pê da çû:

"Ez bi ekîban ra diçim gundên rêjeya aşîbûnê kêm e. Bi mixtar û mezinan ra diaxivim ku em rêjeya aşîbûnê zêde bikin. Ji vekirina xwendingehan ra hindik ma, hetanî wê çaxê em ê rêjeyê zêde bikin. Em li gundan agahiyan didin welatiyan û hewl didin ku ji bo aşiyê wan îqna bikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE