Li Muglayê 20 koçberên bêdestûr hatin girtin

Li Marmarîsa navçeya Muglayê 20 koçberên bêdestûr ên hewl didan bi rêyên dereqanûnî derkevin dervayê welêt hat girtin...

Li Muglayê 20 koçberên bêdestûr hatin girtin

 Li Marmarîsa navçeya Muglayê 20 koçberên bêdestûr ên hewl didan bi yên dereqanûnî derkevin dervayê welêt hat girtin.

Ekîbên ewlekariya peravê tekneya bi navê "Merkaatî" ya ji Bendera Marmarîsê derket teqîb kirin. Demekê şûn da tekne li perva Girava Ereb a li Taxa Taşlicayê sekinî. Di tekneyê da 12 welatiyên Filsitînê, 5 welatiyên Misrê û 3 welatiyên Sûriyeyê bi tevahî 20 koçberên bêdestûr hatin girtin.

Tekne anîn îskeleya ewlekariya peravê, piştî karûbarên fermî ew ê koçberên bêdestûr bibin Midûriyeta Îdareya Koçê ya Muglayê.

Ji bo derdestkirina organîzator û kaptanê tekneyê yê ku revîn ekîban xebat dan destpêkirin.AA

Dîroka nûkirinê: 06 Adar 2019, 17:21
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE