Li Muglayê 41 koçberên bêdestûr hatin girtin

Li Muglayê 41 koçberên bêdestûr ku hewil dan dereqanûnî derbasî dervayî welêt bibin, hatin girtin.

Li Muglayê 41 koçberên bêdestûr hatin girtin

Li navçeyên Muglayê Datça û Bodrumê 41 koçberên bêdestûr ku hewil dan dereqanûnî derbasî dervawelêt bibin, hatin girtin.

Ekîbên Fermandariya Koma Egeya Başûr a Ewlekariya Qeraxê, di dewriyeya li peravên Çiftlik Koyuyê da bota lastîk a biguman a ku diçû, rawestand.

Hat tesbîtkirin ku di botê da 29 koçberên bêdestûr ên ji Filistîn, Iraq û Sûriyeyê ku dixwestin dereqanûnî derbasî dervayî welêt bibin, hene.

Hat diyarkirin, koçberên bêdestûr ku bi bota ewlekariyê anîn Îskeleya Datçayê dê radestî Midûriyeta Rêveberiya Koçê ya Parêzgehê bikin.

Ekîban herwiha ji bo destgîrkirina 3 kesên hat tesbîtkirin ku koçberên bêdestûr li bota lastîk siwar kirin, ligel ekîbên cendirmeyê dest bi xebatê kirin.

Herwisa ekîbên ewlekariya qeraxan di dewriyeya li peravên Pozê Huseyîn da bota lastîk a ku diçû rawestand.

Di vê botê da jî hat tesbîtkirin, 12 koçberên bêdestûr ên ji Afrîkaya Başûr, Kongo, Burkina Faso û Pakistanê ku xwestin derbasî dervayî welêt bibin, hene.

Hat diyarkirin, koçberên bêdestûr ku bi bota ewlekariyê anîn Îskeleya Turgutreîsê dê radestî Midûriyeta Rêveberiya Koçê ya Parêzgehê bikin. 

Dîroka nûkirinê: 03 Tîrmeh 2019, 16:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE