Li Muglayê agir bi daristanê ket

Li Mîlasa navçeya Muglayê agir bi daristanê ket û ji hewa û erdê va midaxale dikin

Li Muglayê agir bi daristanê ket

Li Mîlasa navçeya Muglaagirê ku bi daristanê ket tê temirandin.

Li texma Bendava Akgedîkê ji ber sedemeke ku hê ne diyar e, agir bi daristanê ket..

Agir bi bagerê ra gur bû û 8 firokeyên Midûriya Herêma Daristanê ya Muglayê û yên midûriyên daristanê yên derdorê, gelek arazoz û nêzî 150 karkerên daristanê dixebitin ku agir bitemirînin. 

Li gor agahiya ku ji rayedarên Midûriya Herêma Daristanê ya Muglayê hat hildan, agir bi bagerê ra bela dibe û ji bo were temirandin ekîb bê navber dixebitin.

Ji ber ku cihê agir pê ketiye berwar û çiyayî ye, ji erdê va temirandin zehmet e, lê pêşiya agir hat birîn.

Hat gotin ku nêzî cihê agir pê ketiye mal û avahî tunene.

Ji ber ku cihê agir pê ketiye nêzî Bendava Akgedîkê ye, firoke zûtirî avê direşînin ser agir.

AA

Dîroka nûkirinê: 19 Tebax 2019, 17:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE