Li Mîlasa navçeya Muglayê ji bo xilaskirina karkerên madenê ku di hezaza li qada vekirî ya madenê da di bin axê da man, ekîb hatin seferberkirin.
Li gorî agaihyê, li qada madenê feldispat ku li tanga Sarikayayê di seheya vekirî da fealiyetê dimeşîne, hinek karker ji ber hezazê di binê axê da man.
Waliya Muglayê Esengul Cîvelekê di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da wiha got, "Çawa ku xeber hat, me hemû ekîbên lêgerîn û xilaskirin û tenduristiyê sewqî herêmê kirin. Ez jî diçim wê derê."
Tê texmînkirin ku di bin axê da 3 an jî 4 karker mane.
AA