Li Muglayê li 5 xalan xebatên ji bo temirandina şewatê

Li Muglayê şewata 5 deran dewam dike û ji hewa û bejayê va hewl tê dayîn ku agir were temirandin

Li Muglayê li 5 xalan xebatên ji bo temirandina şewatê

Li Muglayê ji bo agirê ku 5 deran ketiye, ji hewa û bejayê va xebat tê kirin û were temirandin.

Li herêma şewatê 6 balafir, 39 firoke, gelek arazoz, makîneyên kar, wesayîtên îtfaiyeyê, tankera avê, TOMA û wesayîtên hin saziyan seba temirandina agir dixebitin.

Li herêmê ji hezarî zêdetir personelên daristanê li ser wezîfeyê ne.

Ji Azerbeycanê firokeyek, balafirek û 300 personelên îtfaiyeyê, ji Rûsyayê 2 balafir, ji Îranê balafirek û 2 firoke û ji Îspanyayê 2 balafir di xebatên temirandina agirê bajêr da piştgiriyê didin.

Ji bo ku agir were temirandin, hewildaneke mezin tê dayîn.

Li Mîlasê ji bo temirandina agirê ku bi daristana texma Feslegenê ya taxa Orenê ketiye, xebat dewam dikin.

Li hin taxên ku hatine texliyekirin û agir hat temirandin, xebatên sarkirinê dewam dikin.

Li herêmê bişev jî 3 firokeyên ku ji Ukraynayê hatine û dikarin şevê jî bixebitin, li navçeya Mîlasê xebat meşandin.

Bi şeveqa sibehê ra jî balafir û firokeyên din dest bi xebatên temirandina agir kirin.

Li navçeyên Kavaklidere û Menteşeyê jî xebatên temirandina agir dewam dikin. Duh li Yataganê taxa Hacivelîlerê agir bi daristanê ket û ekîb ji hewa û bejayê va midaxaleyî agir dikin.

Agirê ku li navçeya Seydîkemerê bi daristanê ket jî tê temirandin. 

Li navçeya Koycegîzê jî nêzî 11 rojan e agir bi daristanê ketiye û dewam dike. Seba temirandina agir xebat dewam dikin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE