Li Muglayê ji hewa û bejayê ra midaxaleyî agirê ku li 4 cihan bi daristanan ketiye tê kirin.
Li herêma şewatê 6 balafir û 26 helîkopter, gelek avreşok, makîneyên kar, wesayîtên agirkujiyê, tankêrên avê, TOMA û wesayîtên saziyan tên bikaranîn. Li herêmê ji hezarî zêdetir personel dixebitin.
Ji bo temirandina şewatên li bajêr ji Azerbeycanê helîkopterek, balafirek û 150 personelên agirkujiyê, ji Rûsyayê 2 balafirên agir temirandinê, ji Îranê balafireke agirtemirandinê û 2 helîkopter û ji Spanyayê jî 2 balafirên agirtemirandinê piştevaniyê didin û di xebatan da cî digirin.
- Bi armanca şewatan hildin bin kontrolê gelek hewl tê dayîn
Agirê ku li texma Feslexena ser Taxa Orena Mîlasê ye ketibû ji bo hildin bin kontrolê xebat didomin.
Li taxên hatibûn valakirin ji bo sarkirina deverên agir pê ketibûn jî xebat dewam dikin.
Li navçeyên Kavaklidere û Menteşeyê jî şewatên daristanan dewam dikin û mudaxele tê kirin.
Li navçeya Koycegîzê jî ji bo temirandina agirê ku ev 10 roj e dewam dike jî xebat didomin.AA