Şaredariya Muşê ji bo kuçe, kolan û riyên bajêr vekirî bimînin bênavber dixebite. Di vê çarçoveyê de ekîbên paqijkirina berfê yên şaredariyê heta niha ji navenda bajêr bi qasî 10 hezar kamyon berf paqij kirin.
Şaredariya Muşê ji bo paqijkirina berfê bênavber dixebite.
Ekîbên Şaredariyê ji bo kuçe, kolan û riyên bajêr ji berfê neyên girtin rojê 24 saetan dixebitin.
Ekîbên ku rojê 2 wardiyeyan dixebitin, berfa ku ji nava bajêr paqij dikin, dibin li derveyî bajêr ro dikin.
Şaredarê Muşê Feyat Asya dibêje: “Ji roja ku berf dibare heta niha ji navenda bajêr nêzî 10 hezar kamyon berf hatiye paqijkirin.”