Li Muşê 2 malbatan li pêşiya HDPyê çalakiya rûniştinê kir

Li Muşê 2 malbatan li pêşiya HDPyê çalakiya rûniştinê kir

Li Muşê 2 malbatên ji bo bi destê PKKya rêxistina terorê revandina zarokên xwe HDPyê berpirsyar dibînin li pêşiya avahiya serokatiya bajêr a partiyê çalakiya rûniştinê kirin.

Malbatên Teker û Ozcanê yên ji bo zarokên xwe piştgirî didan çalakiya dayikên Diyarbekirê li Muşê bi pankarên "Partiya dijminê gel", "Hûnê zarokên me bidin", "Ha HDP ha PKK", "Kurd û Tirk birane HDP qeleş e", "Partiya gel dixapîne" va li pêşiya Serokatiya Bajêr a HDPyê ya Muşê çalakî dan destpêkirin.

Malbatan wêneyên zarokên xwe yên revandine çiyê dan destê xwe çalakiya hefteya çûyî li pêşiya HDPyê dabûn destpêkirin didomînin.

Şemsettîn Ozcanê kurê wî di sala 2016an da hat revandin daxuyanî da û diyar kir ku HDPyê kurê wî bir û teslîmî PKKyê kir.

Ozcan got, "Ez li pêşiya HDPyê me û dibêjim ku 'ewladê min dibin ez herim'." û axaftina xwe wiha domand:

"Dibêjin 'em Kurdan diparêzin'. Eleqeya wan bi Kurdan tune. Ev dijminê Kurdan in. HDP niha bi Ermeniyan ra dixebite, bi Amerîkayê ra dixebite. Bira HDP ewladê min bîne teslîmî min bike. HDPyê çawa ku bir teslîmî PKKyê kir bira wisa bîne bide min. Heke ewladê min nedin ez jî ji vê derê ranabim. Havîn û zivistan, bi şev û bi roj ez li vê derê me. Ewladê xwe ji HDPyê dixwazim. Mafên mirovan heq dide Selahattîn Demirtaş û dibêje 'Wî berdin'. Çima heq nade dê bavên ewladên wan hatine revandin? Em jî Misliman in em jî însan in. Selahattîn Demirtaş bi tenê kesek e em bi hezaran dê û bav in. Em li Diyarbekirê ne, li Şirnexê ne, li Wanê, li Hekariyê ne, em li ser piyan in. Em zarokên xwe ji HDPyê dixwazin. HDPyê çi anî serê me. Êdî bes e."

Şahînaz Ozcana dayik jî diyar kir ku 2 sal e kurê wê revandine û wiha axivî: "Hetanî niha min qet dengê wî nebihîst. Ev partiya Kurdan nîne. Ez ewladê xwe dixwazim. Hetanî kurê min nedin ez ji vir ranabim. Ez li Diyarbekirê bûm û hatim vê derê. Bira ewladê min bînin."

Gulbahar Tekera kurê wê di sala 2014an da hat revandin jî got 2 sal e li Diyarbekirê çalakî dikir.

Tekerê got çalakiya xwe li Muşê didomînin û wiha pê da çû:

"Ez natirsim, bira zarok werin teslîm bibin. Êdî bes e HDP ji me çi dixwaze. Em nabêjin rojî, zivistan, herî baran nobetê digrin. Bira ewladên me bidin me. Êdî bes e ev dê û bav ewqasî hawarê dikin, digrîn. Wijdan tune. Heke Misliman bûna ew ê vê remezanê ewladên me bianîna bidana me. Mafê Kurdan wisa nîne. Çima heqê me naparêzin, em jî Kurd in. Ew xeyrîmislîm in, Misliman nînin. Heke Misliman bûna ew ê wisa nekirina. Em li vê derê pêrîşan bûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE