Li Muşê 64 perçe berhemên dîrokî hatin desteserkirin

Li Muşê 64 perçe berhemên dîrokî hatin desteserkirin

Li Muşê di lêgerîna navaotomobîlekê de 64 perçe berhemên dîrokî hatin desteserkirin.

Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, ekîbên Rêveberiya Ewlekariya Wîlayetê duh li dijî qaçaxçiyên berhemên dîrokî operasyon li dar xistin.

Di operasyonê de di nava otomobîlekê de veşartî, 64 perçe berhemên dîrokî ku ji sîke, gerdenî û peykeran pêk dihatin, hatin desteserkirin.

Di bûyerê de derbarê gumanbarekî de karûbarê edlî hat destpêkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE