Li Muşê amadehiyên zivistanê

Şaredariyê ji bo paqijkirina berfê 33 makîneyên kar amade kirin.

Li Muşê amadehiyên zivistanê

Her sal li Muşê gelek berf dibare. Ji ber vê jî şaredarî ji bo zivistanê amadehiyan dike. Di vê çarçoveyê de ji bo paqijkirina berfê tevî 33 makîneyên kar 80 personel hatin amadekirin.

Li navenda Muşê her sal zivistanan gelek berf dibare. Ji ber berfê welatî gelek zor û zemetiyan dikişînin. Ji bo vê jî Şaredariyê amadehiya xwe kir.

Şaredariyê beriya barîna berfê 33 makîneyên kar û 80 personel amade kirin.

Hemû wesayît yek bi yek hatin tamîrkirin û yaxkirin.

Tîmên paqijkirina berfê wê li 5 kolanên sereke û 17 taxan bi şev û roj bixebitin.

Niha tîmên Şaredariyê amade ne û li benda hatina berfê ne.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE