Li Muşê ava bendavê zêde bû

Çêlikên leglegan di bin avê de mirin.

Li Muşê ava bendavê zêde bû

Li Muşê ji ber zêdebûna ava bendavê hêlîna leglegan xira bû. çêlikên ku ev çend roj in hatine dinyayê di hêlîna xwe de mirar bûn. Tîmên şaredariyê ji bo xilaskirina wan hatin lê êdî pir dereng bû.

Ava bendavê ji bo deşta Muşê nîmeta herî mezin e.

Ji bo vê jî bendava Alparslan-2 cihekî girîng digire.

Berfa ku ji çiyayan dihele ava bendavê zêde dike.

Ji ber zêdebûna avê gelek hêlînên çûkan xira dibin.

Li ser xirabûna hêlîneke çûkan tîmên şaredariyê yekser hatin herêmê.

Her çi kirin jî 4 çêlikên ku nû ji hêkên xwe derketibûn di nav avê de mirin.

Leglegên dê û bav jî ji hêlînê venaqetin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE