Li Muşê beriya Remezanê çêkirina semaweran zêde bû

Bi taybetî jî qahvexaneyên bajêr ji bo çaya semawerê ji niha ve li cem hostayan semaweran didin çêkirin.

Li Muşê beriya Remezanê çêkirina semaweran zêde bû

Li serhedê bi nêzîkbûna remezanê re vexwarina çaya semawerê jî zêde dibe. Ji bo vê yekê li mûşê hosteyên ku heya niha sobe çêdikirin, êdî ji bo şevên remezanê semaweran çêdikin.

Li Mûşê amadehiya Remezanê ji niha ve dest pê kiriye.

Bi taybetî jî qahvexaneyên bajêr ji bo çaya semawerê ji niha ve li cem hostayan semaweran didin çêkirin.

Ji bo vê yekê, beriya Remezanê karûbarê hosteyan jî gelek zêde bû.

Çayfiroş dibêjin: “Di Remezanê de mişteriyên me 2 qat zêde dibin. Ji bo wê em semawerên nû û mezin didin çêkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE