Li Muşê çanda pêşbaziya hespan

Li Muşê gundî çanda pêşbaziya hespan digîhînin nifşên nû

Li Muşê çanda pêşbaziya hespan

Li gundê Yilanliyê ya li ser Vartoya navçeya Muşê gundî kevneşopiya pêşpaziya hespan li dar dixin û hewl didin ev kevneşopî derbasî nifşên nû be.

Gund 80 kîlomêtro dûrî navenda bajêr e, gundiyan bi derfetên xwe li gund qadeke rast ya wek "Hîpodroma Nurî Efendî" binav dikin ji xwe ra ava kirine ku li vê derê bi salane pêşbaziya hespan tê kirin.

Ev pêşbazî her sal bi şahî û coş tê lidarxistin, ji gund û navçeyên der û dorê gelek kes beşdarî pêşbaziyê dibin û hespan temaşe dikin.

Hema bibêje 50 sal e ev pêşbazî salê du caran tên lidarxistin ku meha çûyî di pêşbaziya ewil da ji gundê Yilanliyê hespa Mehmet Nurî Yalçiner yê bi navê "Mîr Baran" yê 4 salî di pêşbaziyê da bûbû yekemîn.

 "Em ê vê kevneşopiyê ji zarokên xwe ra bihêlin"

Mixtarê gund Mehmet Lutfî Yalçiner daxuyand ew her sal vê pêşbaziyê dikin û gundî jî eleqeyeke mezin nîşanî vê şahiyê didin.

Yalçiner got ew ji vê eleqeyê kêfxweş in û wiha axivî: "Di pêşbaziya çûyî da hespa Mehmet Nurî Yalçiner bûbû yekemîn ku ew dîsa bû yekemîn. Em ê ji Qaymeqamtiyê daxwaz bikin ku li vir bila hîpodrom bê çêkirin. Em dixwazin bila ev der fermî be. Heke mezinên me yên dewletê alîkarî bikin em dikarin vê derê bikin qadeke baş. Em ê werzişa kal û bavan heta hetayî bidomînin. Em ê vê kevneşopiyê ji zarokên xwe ra bihêlin. Me 5 hezar xelat da yê bûye yekemîn. Em ê mehek şûn da dîsa li vir pêşbaziya hespan bikin."

Ji gundiyan Mehmet Kemreş jî got ew li Fransayê dijî lê ji bo betlaneyê hatiye bajêr û wiha axivî: "Ji ber ku hespa gundê me bû yekemîn em pir kêfxweş bûn. Em dixwazin ev pêşbirk dewam bikin. Her sal ji bo betlaneyê em tên gundê xwe. Bi sedan însanan pêşbirk temaşe kir. Pir xweş bû."

"Em dixwazin vê werzişa kal û bavan bidomînin"

Mehmet Nurî Yalçinerê hespa wî cara duyem di pêşbaziyê da bû yekemîn jî kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha axivî: "Ji Mûş, Erzirom û bajarên dorê hesp ji bo pêşbaziyê bikin tên vir. Em dixwazin vê werzişa kal û bavan bidomînin û diyariyê zarokên xwe û neviyên xwe bikin. Em hespan pir hez dikin û xwedî dikin. Heta niha min 2 hesp ji bo pêşbaziyê xwedî kir. Pêşbirk pir bikelecan bû."

Fevzî Yalçinerê 60 salî yê ji Elezîzê hatiye jî got ew bi mehane benda vê pêşbaziyê bûne, pêşbazî xweş derbas bûye û her kes eleqeyê nîşan dide.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE