Tovên genimê xwemalî ku li 21 bajaran wek ji sedî 75 herwe hatine belavkirin, li deşta mûşê jî tên çandin. Tovên ewil yên ceh û genim hatin reşandin.
Wezareta çandînî û daristanan ji bo 21 bajaran pêvajoya belavkirina tovên genim û cehê xwemalî da destpêkirin.
Cotkar wê ji sedî 75yê tovan wek hîbe bigirin.
Li Deşta Mûşê 2 hezar û 200 ton tov hat çandin.
Û bendewarî ew e ku 40 hezar ton genim û 4 hezar ton jî ceh were rakirin.
Genimê xwemalî ji Serêkaniya Rihayê hatiye û bi navê xwe Ceyhan-99 e.
Ji sedî 15ê genimê xwemalî wek proteîn tê zanîn.
Li gorî yên ku ji derve tên genimê xwemalî ji bo çêkirina nan çêtir e.