Li Muşê çandiniya silqê zêde dibe

Cotkar dibêjin him em ê qezenç bikin him jî bajarê me

Li Muşê çandiniya silqê zêde dibe

Li Muşê amadehiya ji bo çandiniya silqê dest pê kir. Îsal him hejmara cotkaran, him jî erdê ku çandiniya silqê tê kirin zêde bû. Li gorî cotkaran îsal wê hilberîn gelek zêde be û aboriya bajêr jî wê ji vê qezenc bike.

Cotkarên Muşê her ku diçe zêdetir giraniyê didin çandiniya silqê.

Îsal nêzî 500 cotkarî ji bo çandiniya silqê dest bi amadehiyê kir.

Li gorî parî îsal wê li ser 65 hezar donim erdî silq bê çandin.

Cotkar dibêjin: “Çanidiniya silqê sal bi sal zêde dibe, ev jî aboriya bajêr xurt dike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE