Di operasyonên ku li Mûşê hatin lidarxistin da çek û muhimat hat bidestxistin, 4 berşik hatin girtin.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, ekîbên Fermandariya Cendirmeyê Parêzgehê di navbera 1-8ê îlonê da li dijî kesên ku qaçaxçîtiya berhemên dîrokî û bazirganiya çek û muhimatan û her wiha îmal û bazirganiya madeya hişbirê dikin, operasyon li dar xistin.
Di operasyonan da tifinga piyadeyan kalaşnîkof, 7 demançe, 6 tifingên nêçîrê, 253 fîşengên demançeyê, 164 qartûşên tifinga nêçîrê, 6 şarjor û 29 guleyên kalaşnîkofê, 14 şarjorên demançeyê, 18 gram esrar, 10 gram hişbira sentetîk, 5 kêlikên merzelan hatin bidestxistin.
Ji 12 berşikên ku der heqê wan da lêpirsîn dan destpêkirin, 4 jê hatin girtin.AA