Li Muşê çinîna titûnê dest pê kir

Li navenda Muşê û 12 gundên wê çinîna titûnê dest pê kir.

Li Muşê çinîna titûnê dest pê kir

Hilberînerên titûnê bi şeveqa sibê ra diçin serê zeviyan û titûnê diçinin, paşê belgê titûna ku çinîne tînin gund radixin ku hişk bibe.

Midûr Çandinî û Daristanê Mehmet Aydin bi Serokê Giştî yê Yekîtiya Koperatîfên Hilberîn û Bazarkirinê ya Titûnê Şeyhmus Solgun ra çûn gundê Aşagisizmaya ser navendê û nav zeviyên titûnê geriyan. 

Aydin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, Muş ji bo titûnê cihekî girîng e.

Aydin diyar kir, titûna ku tê çinîn qismekî wê ya xwemalî ye, qismekî wê jî titûna Amerîkayê ye û wiha dewam kir:

"Nêzî 10 salan e bi xebata Yekîtiya Hilberînerên Titûnê tov anîn vê derê. Li bajarên me li deverên cuda tê ceribandin bê ka hêşîn dibe yan na. Êdî bela dibe û tê çandin. Armanca me ew e ku em îdxalatê kêm bikin û hilberîna xwecî zêde bikin. Em her wext ligel cotkarên xwe ne. Ji bo moral, motîvasyona wan em piştgiriya xwe ya teknîkî didomînin. Titûn sektoreke wisa ye ku divê meriv kedê bidê."

Serok Solgun jî diyar kir, li Muşê îsal nêzî 12 gundî wan bi 450 cotkarî ra peyman îmze kir.

Solgun diyar kir, ew plan dikin ku li Muşê îsal 2 hezar ton titûn were û wiha dewam kir, "Me vê gavê bi 5 şirketan ra peyman îmze kir. Armanca me ew e ku em di salên pêş da bi zêdetir fîrmayan ra peymanê çêkin da ku reqabet çêbibe û hilberînerên me zêdetir pere qezenc bikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE