Li Muşê mamosteyên dibistanekê ji ber şewba vîrûsa koronayê li baxçeyê dibistanê polek amade kirin. Mamoste niha li pola li derve dersan didin zarokan.
Li Bajaroka Norşînê ya Muşê mamosteyên Dibistana Hûrriyetê ji bo ku zarok ji perwedehiyê nemînin dest bi xebateke nû kirin.
Mamosteyan li baxçeyê dibistanê bi texte û malzemeyên din pola li baxçeyê çêkir.
Pola li baxçeyê ji bo xwendekarên ku di pola yekemîn de ne hat amadekirin.
Mamosteyan pişt re di çarçoveya tevdîrên koronayê de zarok hilanîn polê û dersa ewil dan zarokan.
Malbat ji bo vê xizmetê memnûn man û sipasî mamosteyan kirin.
Ji bo ku nexweşiya vîrûsa koronayê zêdetir belav nebe ev yek xizmeteke baş e.