Li Muşê ji rêya 234 gundan ku ji ber şertên neyînî yên hewayê hat girtin, jê rêya 221 gundan vebû, xebatên vekirina rêyên mayîn jî didomin.
Sekreterê Giştî yê Rêveberiya Taybet a Parêzgehê Şeyhmus Yentur diyar kir ku ji bo vekirina rêyên girtî, hemû ekîb bênavber dixebitin.
Yentur diyar kir, bi xebatên bênavber va rêya 221 gundan vebû û wiha dewam kir:
"Ji bo vekirina rêya 13 gundan ên girtî jî xebatên me didomin. Em bi 64 makîneyên kar şev û roj dixebitin. Armanca me ew e ku welatiyên me mexdûr nebin. Her wiha ji bo rewşên bilez jî ekîbeke me amade disekine. Ji ber berfê li navendê rêya 5 gundan, li Bulanixê ya 4 gundan, li Vartoyê ya 3 gundan û li Haskoyê jî rêya gundekî girtî ye."
Li navenda bajêr jî ekîbên şaredariyê xebatên xwe yên beravêtin û rêxwêkirinê didomînin.
Hişyariya şepe, cemed û hişkiyê
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn, tê texmînkirin ku li dewrûbera Wan, Bidlîs û Hekariyê şilope û berf dê bibare.
Li herêma ku germahiya hewayê dê di asta demsalê da be, ba dê ji bakur nerm û carinan jî nîveqewî rabe, li Gola Wanê jî ji milê rojava û bakurê rojava cih cihan bi hêza 3-5 kîlometreyî rabe.
Her wisa tê texmînkirin ku germahiya nava rojê li Hakkariyê 7, li Van û Muşê 6 û li Bitlisê jî 3 pile be.
Ji ber xetereya şepeyê ya li berpalên bilind ên ku lê berf zêde ye, cemed û hişkiyê hişyarî hat dayîn ku welatî baldar bin û tevdîrên xwe hildin.AA