Li Mûşê, piştî zebeşên gundê artxongê çêbûn û derketin ser destgehê bihayê zebeşan daket. Cotkarên mûşî kîloya zebeşan niha bi 50 qirûşî difroşin.
Wekî her sal îsal jî li Mûşê ewilî zebeşên Artxongê hatin berhevkirin.
Cotkar zebeşên ku ji zeviyan berhevkirin li ser motorê, li navenda bajêr difroşin.
Xwediyên zeviyan kîloya zebeşan bi 50 kirûşî difroşin.
Lê li dikanan bihayê wan zêdetir e.
Beriya ku zebeşên Mûşê derkevin dezgehan, li herêmê kîloya zebeşan 3-4 lîre bû.