Li Mûşê ji bo paqijiya derdorê gelek xebat, çalakî û kampanya tên lidarxistin.
Yek ji wan kampanyayan jî bi hevkariya Zanîngeha Alparslanê û hin saziyên din hat lidarxistin.
Rayedarên zanîngehê, yên bajêr û gelek welatî beşdarî kampanyayê bûn.
Di kampanyayê de hemû çopên li derdora Pira Muradê ya dîrokî hatin paqijkirin.
Xwendekarên zanîngehê jî bi dilê xwe beşdarî kampanyayê bûn.
Di kampanyayê de ji welatiyan hat xwestin ku hay ji derdora xwe hebin.