Li Muşê komkirina tûfrengiyan

Li Muşê li baxçeyên bi piştgiriya dewletê hatin avakirin dest bi komkirina tûfrengiyan kirin

Li Muşê komkirina tûfrengiyan

 Li Dêrxasa navçeya Muşê  li 80 baxçeyên tûfrengiyan ên bi destê Midûriyeta Çandinî û Daristanan a Navçeyê hatin avakirin dest bi komkirina tûfrengiyan kirin.

Nahît Aykutê Midûrê Çandinî û Daristanan ê Navçeyê daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku 6 sal e li navçeyê tûfrengiyan direşînin.

Aykut got dixwazin di cotkariyê da bibin xwedîsoz û wiha pêda çû: "Tûfrengiyên li vê derê hêşin dibin li marketan tên firotin. Hem ji hêla tehmê hem jî ji hêla aromayê tên tercihkirin. Li navçeyê ji gulanê hetanî cotmehê tûfrengî tên komkirin."

Seyîthan Saçuyê cotkar diyar kir ku bi piştgiriya dewletê va li 2 hezar û 500 qeremêtre erdî baxçeyê tûfrengiyan ava kir û di sala ewil da des bi komkirina tûfrengiyan kir.

Saçu destnîşan kir ku baxçe bû çavkaniya dahatê û wiha axivî: "Li gor şert û mercên hewayê di salê da em 4 caran tûfrengî tên komkirin. Em kêm û zêde 4 ton tûfrengiyan kom dikin û bi qasî 100 hezar lireyî qezenc dikin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE