Li Muşê kursên destkariyê

Kebanî bi kursan him di malê de aciz nabin, him jî pereyan qezenc dikin...

Li Muşê kursên destkariyê

Jinên mûşî li malên zanînê tevlî kursên destkariyê dibin. Li kursa ku 9 mehan didome, him pereyan qezanc dikin him jî hînî sinetekî dibin. kewaniyên kursiyer dibêjin; “gava em li malê rûdinin, em zahf aciz dibin. lê em tên kursê, ji me re baştir dibe”.

Şaredariya Mûşê bi hevkariya Walitiyê ewil li hemû taxan “malên zanînê” dan vekirin…

Paşê jî ji bo kebaniyan kursên destkarî û dekoratîfiyê da vekirin.

Bermalî nava heftê her roj diçin van kursan û him hinî pîşeyekê dibin, him jî bi tevlîbûna kursan pereyan qezanc dikin.

Kursa kebaniyan dê 9 mehan berdewam be.

Dîroka nûkirinê: 30 Mijdar 2018, 17:32
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE