Li Muşê li dijî daxuyaniya hin amîralên teqawidbûyî bertek

Ji saziyên civaka sivîl ên li Muşê li dijî daxuyaniya hin amîralên teqawidbûyî bertek

Li Muşê li dijî daxuyaniya hin amîralên teqawidbûyî bertek

Li Muşê nûnerên saziyên civaka sivîl ên ku hatin cem hev, bertek nîşanî daxuyaniya hin amîralên teqawidbûyî dan.

Nûnerên saziyên civaka sivîl di bin sîwana Platforma Biratiyê ya Mûşê da li Meydana Şaredariyê hatin cem hev. Li vê derê Berpirsê Teşkîlata Parêzgehê ya TUGVAyê Îsmaîl Arslan li ser navê nûneran daxuyanî da û wiha got, "Yewnanistan her roj li Welatê Hêşîn provokasyonên nû dike, li Qibrîsê mafên wan tên binpêkirin, li Behra Spî çavkaniyên binerd tên parvekirin, li peravên Lîbyayê êrîşî keştiyên bazirganiyê dikin û li avên navneteweyî ji hêla eskerên çekdar bi ser Mavi Marmarayê da tê girtin û însan tên qetlkirin. Amîralên ku di van hemû deman da ji xwe ra ker û bêdeng rûniştin, niha rabûne daxuyaniyê didin û em pê beled in jî armanca wan çi ye.

Wekî Platforma Biratiyê ya Mûşê em vê hewla derbeyê ya nemerd a ku telîmata xwe ji aliyê din ê oqyanûsê distîne, bi şidet şermezar dikin. Em jî li dijî dijminên demokrasiyê bangî Dozgerên Komarê dikin ku peywira xwe bînin cih. Xwedê zewalê nede dewlet û miletê me û rehma xwe li hemû şehîdên me yên ku di derbeyan da jiyana xwe ji dest dan û emrekî dirêj bide xaziyên me."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE