Li Muşê li ser berfê amadehiya pêşbaziya hespan

Li gund hema bêje li pêşiya her malê hespek heye, gundî piştî karên xwe yên rojane li ser berfê hespên xwe digerînin û dema xwe derbas dikin.

Li Muşê li ser berfê amadehiya pêşbaziya hespan

 Gundiyên Yilanliya gundê Vartoya navçeya Muşê ji bo pêşbaziya hespan a gundî di nav hev da dikin li ser berfê amadehiyan dikin.

Welatî li rasta navê wê danîne "Hîpodroma Nurî Efendî" ya bi îmkanên xwe amade kirine ji bo pêşbaziyan hespên xwe amade dikin.

Li gund hema bêje li pêşiya her malê hespek heye, gundî piştî karên xwe yên rojane li ser berfê hespên xwe digerînin û dema xwe derbas dikin.

Îdrîs Okê ji gund diyar kir ku zaroktiya wî li ser pişta hespan derbas bû, beşdarî gelek pêşbaziyan bû.

Ok diyar kir ku li gund ji bo heywanên xwe bi xizangên hespan va ka û gihê dikişînin û wiha axivî: "Gelek kes tên beşdarî pêşbaziya havîn û zivistanê li gund tê kirin dibin. Ji bo kêfxweşiyê vê dikin. Gundî gelekî ji pêşbaziya hespan hez dikin. Li vê derê pêşbazî gelekî kelecanî derbas dibin. Hesp ji bo me girîng in. Hin hevalên me hespan bi tenê ji bo pêşbaziyê xwedî dikin."

Ozcan Han jî diyar kir ku her roj bi hespên xwe îdmanê dikin û wiha pê da çû: "Em hin caran bi gundiyan ra cirîtê diavêjin. Li gund çalakiya me ya civakî pêşbaziya hespan e. Ji ber vê em gelekî ji hespên xwe hez dikin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE