Li Korkuta navçeya Muşê bi lerza 4,2yan erdhej çêbû.
Li gor agahiyên ji ser malpera înternetê ya Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acil û Afatê (AFAD) hat weşandin di saet 03.15an da li Korkuta navçeya Muşê erdhejeke mezinahiya wê 4,2 bû çêbû.
Hat ragihandin ku erdhej 13 kîlometre di bin erdê da çêbû.
Li Malatyayê jî erdhej çêbû
Li Hekîmhana navçeya Malatyayê jî erdhejeka lerza wê 4,1 bû çêbû.
Li gor agahiyên ji ser malpera înternetê ya Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acil û Afatê (AFAD) hat weşandin di saet 03.47an da jî li Hekîmhana navçeya Malatyayê 15 kîlometre di bin erdê da erdhejeke mezinahiya wê 4,1 bû çêbû.