Li Muşê paletiya giran a tirpankêşan dest pê kir

Li gundê Kayalisuyê yê 45 kîlometre dûrî navendê tirpankêş li mêrg û ketan bênavber dixebitin.

Li Muşê paletiya giran a tirpankêşan dest pê kir

Li Mûşê bi destpêkirina wextê gihadirûnê va cotkar sibehê zû diçin ber zeviyên xwe û ji bo debara zivistanê ya heywanên xwe bi tirpanê giha didirûn.

Li gundê Kayalisuyê yê 45 kîlometre dûrî navendê tirpankêş li mêrg û ketan bênavber dixebitin.

Mixtarê gund Bilal Erez di daxuyaniya xwe da diyar kir ku şêniyên gund debara xwe bi heywandariyê dikin.

Erez bal kişand di kelekela germa havînê da gundî bi tirpanê zeviyên asê didirûn ku wesayît nikarin biçin û wiha dewam kir:

"Baran îsal zehf barî û ber û berhem zêde bû. Piştî bidawîbûna bûyerên terorê gundî 15 sal şûnda vegeriyan û her wiha gundiyan dest bi heywandariyê kirin. Gundê me bi temamî hatibû valakirin. Bi operasyonên serkeftî yên hêzên ewlekariyê ev der bi temamî ji terorîstan hat paqijkirin. Li gundê me niha 100 mal hene û gundê me aram e."

Heywandar Şahin Avci jî diyar kir ku gihadirûnê dest pê kir û wiha got, "Zeviyên me ji ber ku li ciyên asê ne, traktor naçe navê. Lewma em jî bi tirpanê didirûn. Dirûna bi tirpanê karekî pir zehmet e. Em wekî gundî alîkariya hev dikin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE