Li Muşê "pilingên berfê" ji bo rêya gundan vekin dixebitin

Li Muşê tîmên berfê paqij dikin ji bo rêyên gundan ên ji ber berfê hatine girtin vekin dest bi xebatê kirin.

Li Muşê "pilingên berfê" ji bo rêya gundan vekin dixebitin

 Li Muşê tîmên berfê paqij dikin ji bo rêyên gundan ên ji ber berfê hatine girtin vekin dest bi xebatê kirin.

Tîmên jê ra dibêjin "pilingên berfê" yên girêdayî Îdareya Taybet a Bajêr li dora gundê Uçevlerê dixebitin û hewl didin rêya gund vekin.

Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Şeyhmus Yentur ji rojnamevanan ra daxuyand ji berfa ku ji duh êvarê pê va dibare rêya gelek gundan hatiye girtin, hin cihên bilind qalindahiya berfê gihîştiye 80 santêmê.

Yentur got ew hewl didin rêyên girtî vekin û wiha axivî: "Li hêla gundê Uçevlerê em bi 2 makîneyên kar û 8 xebatkaran va hewl didin rêyan vekin. Li cihên bilind carna bager radibe ku ev rê li ber xebatê digire, lê ji bo rê bên vekirin me hemû tevdîr dîtin. Ji bo welatî rehet herin bên emê xebatên xwe bidomînin."

Yentur got ew di nav salê da bi 90 xebatkar û 64 makîneyên kar va hewl didin rêyan vekin û ji bo rêya 366 gundan her tim vekirî bimîne wan tevdîrên xwe jî dîtiye.

Berpirsyarê tîmê Nazim Dîner jî anî ziman ji bo welatî zehmetiyê nekşînin ewê 7 rojan û 24 saetan bixebitin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE