Li Muşê “Projeya Perwerdeya Maskeyê ya Bêasteng” dest pê kir

Di çarçoveya projeyê de astengdar maske û cilên tenduristiyê didirûn

Li Muşê “Projeya Perwerdeya Maskeyê ya Bêasteng” dest pê kir

Li Muşê ji bo astengdaran projeyeke balkêş dest pê kir. 10 astengdarên ku beşdarî projeyê dibin ji bo xebatkarên tenduristiyê wê maske û berwangên tibbî çêkin.

Li Muşê “Projeya Perwerdeya Maskeyê ya Bêasteng” dest pê kir.

Bi projeya ku bi piştgiriya Wezareta Karên Derve dest pê kir, 10 astengdar wê ji bo xebatkarên tenduristiyê maske û berwangên tibbî çêkin.

Ji bo destpêkirina projeyê, bi beşdariya parlamenter û rêvebirên bajêr merasîma vekirinê hat lidarxistin.

Astengdarên ku beşdarî projeyê dibin, wê him bixebitin him jî ji karê ku kirine pereyan qezenc bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE