Li Muşê pêşbaziya kişikê

270 xwendekar beşdarî turnûvayê bûn.

Li Muşê pêşbaziya kişikê

Li Muşê pêşbaziya kişikê hat lidarxistin. 270 xwendekar beşdarî turnûvayê bûn. Di dawiya pêşbaziyê de xwendekarên serkeftî dê werin xelatkirin.

Federasyona Kişikê ya Turkiyeyê ji bo ku berê zarokan bide kişikê, li Muşê turnûvayek mezin li dar xist.

Ji bo pêşbaziya Kişikê 270 xwendekaran serî lê da.

Pêşbaziyê bi kelecaneke mezin dest pê kir.

Hemûyan jî hewl da ku bi ser kevin û wek şampiyana Mûşê di qadên mezin de beşdarî pêşbaziyan bibin.

Di dawiya turnûvayê de xwendekarên serkeftî dê werin xelatkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE