Li Muşê "qasidên qenciyê" zarok kêfxweş kirin

Li Muşê "qasidên qenciyê" gund bi gund digerin û zarokan kêfxweş dikin

Li Muşê "qasidên qenciyê" zarok kêfxweş kirin

Xwebexşên Koma Qenciyê ya Vartoyê ya di bin sîwana Dibistana Bilind a Pîşeyî ya Vartoyê ya Zanîngeha Muş Alparslanê da dibistanên gundan ziyaret dikin, bi zarokan wext derbas dikin û wan kêfxweş dikin.

Koma Qenciyê ya Vartoyê ya ku ji xwendekarên zanîngehê pêk tê, di çarçoveya "Projeya Em Kêfa Zarokên Gundan Xweş Dikin" da ji sala 2019an vir va bi 150 endaman va gund bi gund digere û zarokan kêfxweş dike.

Xwebexş di demên ku bi xwe diyar dikin da bi beşdariya qedera 10 xwendekarî va diçin gundên herî dûr, li vir li dibistana gund alavên qirtasiyeyê û çîçikan diyariyî xwendekaran dikin û lîstikên zekayê fêrî wan dikin.

Xwendekarên zanîngehê kincên palyaçoyan li xwe dikin û heta êvarê di sinifê da û li hewşa dibistanê digel stranan tevî zarokan dileyîzin û wan kêfxweş dikin.

Xwebexşên ku di sê salan da 50 dibistanên gundan ziyaret kirin, herî dawî çûn gundê Esenlerê û bi zarokan ra wextekî xweş derbas kirin.

Şêwirmendê Koma Qenciyê ya Vartoyê û Hîndekarê Dibistana Bilind a Pîşeyî ya Vartoyê ya Zanîngeha Muş Alparslanê Murat Kaymaz ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku ji sala 2019an vir va ew ji bo zarokên gundan çalakiyan dikin.

Kaymaz bal kişand ku ev dixwazin xwe bigihînin zarokên li herêmên bidezavantaj û wiha got:

"Bi saya koma me em hêviya zarokên gundan a ji bo siberoja wan geş dikin. Em tevî xwendekarên me diçin dibistanên gundan û zarokan kêfxweş dikin. Heta niha me 50 gund ziyaret kirin. Li van gundan me pirtûkxane ava kirin, pirtûk belav kirin, çîçik danîn. Me setên kişik û mangalayê diyariyî xwendekaran kirin."

Serokê Komê û Xwendekara Beşa Xizmetên Dermanxaneyê Tuba Kaçirayê diyar kir ku 3 sal e ew li gundan digerin û zarokan kêfxweş dikin.

Xwendekara zanîngehê Bêrîtan Kutluyê ku bi kostuma palyaçoyan beşdarî çalakiyê bû jî wiha got, "Me îro bi kostumê palyaçoyan ew kêfxweş kirin. Me bi zarokan ra dans kir û stran got û lîstik leyîst. Pir kêfa zarokan hat. Em jî kêfxweş bûn."

Dîlan Bingola ku yek ji wan zarokan e, got, "Me kişik leyîst û me stran gotin. Ji sibê heya êvarê me wextekî xweş derbas kir. Ez pir kêfxweş bûm. Min berê qet palyaço nedîtibû. Hevalên min û mamosteya min jî pir kêfxweş bûn."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE