Li Muşê di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da li cihên ku ji her kesî ra vekirîne ên weke kolan, kuçe, meydan, park û baxçeyan kişandina cixare û her cure berên titûnê hat qedexekirin.
Li gor daxuyaniya ku ji walîtiyê hat dayîn, Lijneya Hifza Siheta Giştî ya Bajêr bi serokatiya Walî Îlker Gunduzoz civiya.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Li bajarê me li cihên ku ji her kesî ra vekirîne ên weke kolan, kuçe, meydan, park û baxçeyan kişandina cixare û her cure berên titûnê hatiye qedexekirin. Divê her kes guh bide qedexeyê, kesên ku guh nedinê jî wê li gor benda 282yem a Qanûna Hifza Siheta Giştî cezayê pere li wan were birîn û li gor rewşa binpêkirina biyarê û kirina sûcan jî di çarçoveya benda 195em a Qanûna Cezayê Tirk da miemeleya edlî wê dest pê bike."AA