Li Muşê jinên diçin qursên Şaredariya Muşê dibin xwedî pîşe û ji ber vê kêfxweş in.
Şaredarî ji bilî kar û barên binesaziyê ji bo jin û ciwanan jî xebatan dike.
Di vê çarçoveyê da bi piştgiriya midûriyên ÎŞKUR û Perwerdeya Neteweyî ya Bajêr li Navenda Perwerde û Çandê ya Jinan a Porsorê qursa aşpêjiyê hat vekirin.
Ji ber şewba vîrusa koronayê qeyda kêm kesan hat qebûlkirin. Qurs wê heta 11ê mijdarê dewam bike.
Şaredar Feyat Asya behsa vekirina qursê û armanca wê kir û wiha axivî: "Bi van xebatan va armanca me ew e ku jinên me qabiliyeta xwe pêş va bibin û alîkariya wan bigihêje aboriya malbatê. Wek şaredarî ji bilî wezîfeyên xwe yên eslî em hewl didin kêmasiyên di qada civakî û çandî da jî ji holê rabin. Ji ber vê emê xebatên ji bo jin, ciwan û civakê bidomînin."AA