Li Muşê rêjeya îstihdamê

Îsal li bajêr rêjeya îstihdamê du qet zêde bû

Li Muşê rêjeya îstihdamê

Li navenda Mûşê bi vebûna atolyeyên tekstîlê û hin cure fabrîkayan re îstihdam gelek zêde bû. Tê gotin ku îsal rêjeya îstihdamê du qet zêde bûye.

Mûş li Herêma Teşwîkê ya 6an cih digire.

Ji ber vê yekê jî li bajêr her ku diçe rêjeya îstihdamê zêde dibe.

Niha li navenda bajêr ji atolyeyên tekstîlê heya kargehên cuda gelek cihên îstihdamê vebûne.

Bi hezaran keç û xortên Mûşî di van kargehan de îstihdam dibin.

Îsal li gorî par ji sedî 2 sed îstihdam çêbû. Bi gotineke din rêjeya îstihdamê bû du qet.

Pispor û rayedarên herêmê dibêjin ku wê ev rêjeya îstihdamê zêdetir jî bibe.

Dîroka nûkirinê: 28 îlon 2019, 17:24
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE