Li Muşê rêyên gundên ku ji terorê hatin paqijkirin tên çêkirin

Li Muşê rêyên gundên ku ji terorê hatin paqijkirin tên çêkirin

Li Muşê ji bo welatiyên ku salên 1990î ji ber zextên rêxistina terorê PKKyê bi neçarî gundên xwe terikandin, lê niha vegeriyan, rê tên çêkirin.

Sekreterê Giştî yê Rêveberiya Taybet a Parêzgehê Şeymus Yentur diyar kir ku piştî operasyonên serkeftî yên hêzên ewlekariyê, herêm ji terorê hat paqijkirin û lewma jî bêtir welatî vedigerin gundên xwe.

Yentur diyar kir, ji bo ku pirsgirêka welatiyên vedigerin gundên xwe çênebe, wan xebatên pêwîst ên binesaziyê dan destpêkirin.

- "Însan zehf bextewar in ku vedigerin ser warê xwe"

Yentur li gundê Karalisuyê ku 45 kîlometre dûrî navendê ye, teseliya xebatên asfaltkirina rê kir û wiha dewam kir:

"Ev gundê me ji ber terorê salên 1990î hatibû valakirin. Piştî ku hêzên me yên ewlekariyê, ewlekarî ediland, vegera welatiyan dest pê kir. Me jî lez da xebatên binesaziyê. Em li vê derê 3,5 kîlometre rûgirtina sethî dikin. Li ser asta parêzgehê me 160 kîlometre rûgirtina sethî, 10 kîlometre asfalta germ, 130 hezar metrekare kevirê kîpkirî çêkir. Ji bo welatiyên me yên ku vedigerin em her sal rêya wan çêdikin, ava wan dibin û her wiha ava çandiniyê jî dabîn dikin."

Yentur herî dawî bal kişand ku însan zehf bextewar in ku vedigerin ser warê xwe.

Mixtarê Gundê Karalisuyê Bilal Erez jî diyar kir ku gundê wan sala 1993yan ji ber zextên rêxistina terorê PKKyê hat valakirin û wiha dewam kir, "Di du salên dawîn da vegerên ji bo gundê me dest pê kirin. Nifûsê gundê me ji sedî 100 zêde bû. Bi xêra piştgiriya dewleta me ev çêbûn. Xwedê kesî bêdewlet neke."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE