Li Mûşê çêkirina atolyeya ewil a li bajarê tekstîlê sultan alparslan qediya. atolye hat kirêkirin. fîrmaya ku atolyeya hezar metreçarçikî kirê kir, piştî amadehiyan wê dest bi hilberînê bike.
Li Mûşê, xebatên ji bo avakirina Bajarê Tekstîlê Sultan Alparslan bê navber didomin.
Di vê çarçoveyê de atolyeya ewil a li bajarê tekstîlê ji aliyê fîrmayeke taybet hat kirêkirin.
Firmaya ku atolyeya hezar metreçarçikî kirê kir, piştî temînkirina makîne û îstixdama xebatkaran wê dest bi hilberînê bike.
Hat ragihandin li bajarê tekstîlê di demeke nêz de wê hin atolyeyên din jî vebin.