Li Muşê serkeftina midûriyeta işkur’ê

Midûriyeta Bajêr di warê îstihdamê de bû yekemînê Tirkiyeyê...

Li Muşê  serkeftina midûriyeta işkur’ê

Midûriyeta işkur’ê ya Muşê, di warê rêjeya îstihdamê de bû yekemînê tirkiyê. Midûriyetê, di sala 2018an di warê îstixdamkirina kesan de serkeftineke ji sedî 137 bi dest xist, di nav 81 bajaran de bû yekemîn.

Midûriyeta İŞKUR’ê ya Muşê, serkeftineke mezin bi dest xist.

Midûriyetê, di warê îstihdama xebatkaran de performanseke ji sedî 137 nîşan da û di nav 81 bajaran de bû yekemîn.

Herwiha di warê pêkanîna projeyan de jî, ji 23 projeyan 20 proje jî bi cih anî û ket nav 3 bajarên ewil jî.

Li bajêr heta niha 2 hezar û 520 kes li kargehan hatin îstihdamkirin û xebatên di vî warî de hêj dewam dikin.

Midûrê saziyê Mehmet Emin Taylan derbarê xebatan de got: “Ji bo zêdetir îstihdam bê kirin, em bi roj û şev dixebitin.”

Dîroka nûkirinê: 14 Adar 2019, 17:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE