Li Muşê terorîstê bi qanîkirinê teslîm bû, gihîşt malbata xwe

Li Muşê terorîstê bi saya tîmên Midûriya Ewlehiyê hat qanîkirin ku teslîm bibe, gihîşt malbata xwe.

Li Muşê terorîstê bi qanîkirinê teslîm bû, gihîşt malbata xwe

Li Muşê terorîstê bi saya tîmên Midûriya Ewlehiyê hat qanîkirin ku teslîm bibe, gihîşt malbata xwe.

Hêzên ewlehiyê li bajêr operasyonên dijî PKKya rêxistina terorê didomînin, aştî û ewlehiyê pêk tînin.

Bi telîmata Walî Îlker Gunduzoz ji bo zarokên malbatên wan beşdarî refên PKKyê bûne bigîhijin zarokên xwe tîmên ewlehiyê hewleke mezin didin.

Bi qanîkirina hêzên ewlehiyê ciwanek ji nav lepên rêxistina terorê hat xelaskirin.

Hêzên Şaxa Îstixbarat û Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriya Ewlehiya Bajêr ji bo ciwanê 5 sal berê hatiye xapandin û wî birine avahiyê bajêr ê HDPyê ya Stenbolê, ji wir jî li ser Diyarbekir û Mêrdînê teslîmê rêxistinê kirine xebat dan destpêkirin.

Tîm bi malbata terorîst ra axivîn û ji bo ew teslîm bibe gav hatin avêtin.

Piştî mehan ew qanî bû û li ber Deriyê Sînor ê Xabûrê ya li Silopiya navçeya Şirnexê teslîmî hêzên ewlehiyê bû.

Bi telîmata Serdozgeriya Komarê tîman terorîst anîn Muşê û li Midûriya Ewlehiya Bajêr ew û malbata wî bi hev ra dan axaftin.

Dê û bavê wî kelogirî bûn, piştî hesreta 5 salan kêfxweş bûn ku kurê wan vegeriya.

Hat ragihandin piştî karên wî yên ewlehiyê ewê sewqî adliyeyê bibe.

- "Tu pirsgirêk çênebû û miemeleyek nebaş nehat kirin"

Terorîstê teslîm bûye bangî terorîstên li çiyê ne kir ku ew jî teslîm bibin û wiha axivî: "Ez gihîştim malbata xwe. Ez dixwazim her kes bê, yên dixwazin dikarin werin. Teqez wê zirarek negîhîje wan. Miemeleyeke nebaş li hemberî min nekirin, baş tevgeriyan ku ez ji ber vê kêfxweş im. Di nav rêxistinê da tiştên din dihat gotin lê li vir berevajî vê tişt qewimîn. Tu pirsgirêk çênebû û miemeleyek nebaş nehat kirin. Alîkariya min kirin ku ez bigîhîjim malbata xwe."

- "Xwedê hemû zarokan sax û silamet bigîhîne dê û bavên wan"

Bavê ku gihîşte kurê xwe jî wiha got: "Xwedê hemû zarokan sax û silamet bigîhîne dê û bavên wan. Xwedê ji polêsên me û dewleta me razî be. Min kurê xwe ji bo ku ew birevînin serê çiyê mezin kir? 5 sal e ez çi dikşînim tenê ez dizanim û Xwedê dizane. Şikir ew ji destê rêxistina terorê hat xilaskirin û xwe sparte dewleta me."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE