Li gundê qijiltaka Mûşê bi piştgiriya dewletê tesîsa şîrê heywanan hat vekirin. Welatiyan berê şîrê xwe bi erzanî dida mandireyan. Lê niha bi bihayekî baş didin tesîsa dewletê.
Dewlet li herêma Mûşê ji bo xêra welatiyan tesîsan ava dike.
Tesîsa herî dawî ji bo şîrê heywanên herêmê hat vekirin.
Tesîs di sala 2020an de li gorî Projeya Rojhilatê Anadoluyê li gundê Qijiltakê hat avakirin.
Welatî dibêjin ku me berê şîrê xwe bi erzanî dida mandireyan, lê niha tesîsa dewletê bihayekî baş dide me.
Loma jî her ku diçe welatî zêdetir şîrê xwe tînin tesîsê û difiroşin dewletê.
Tesîsa li gundê Qijiltakê xizmetê dide 17 gundan û rojê nêzî 17 ton şîr distîne.