Li Milazgira navçeya Mûşê ji ber berf û bagerê 68 wesayîtên li 12 rêyên gundan da asê man ji hêla tîmên Îdareya Taybet a Bajêr va hatin xilaskirin.
Berf û bagerê li Milazgirê rêya 12 gundan girt, 68 wesayîtên tê da xwendekar û nexweş jî hebûn di rê da asê man.
Tîmên Îdareya Taybet a Bajêr li ser îxbarê çûn û wesayîtan ji nav berfê xilaskirin.
Rêwî Servet Ozmen ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ew li gundê Teterxaziyê dijî û ji bo ku here nexweşxaneyê hatiye navçeyê, lê ji ber berf û bagerê di rêya vegerê da ew 5 saetan di rê da mane.
Ozmen wiha got: "Me nikaribû wesayîtên di berfê da asê mane derxin. Tîm niha dixebitin. Me gelek zehmetî kişand. Bi saya tîman me wesayîtên xwe ji berfê derxist. Her sal zivistanê em di van rêyan da dimînin."
AA