Li Mûşê Akademîsyenên zanîngehê li çoltera navçeya kopê xebatên arkeolojîk dikin. Di dema van xebatan de hin fosîl hatin dîtin. Tê texmînkirin ku ev fosîl 35 milyon salî ne.
Li Kopa navçeya Mûşê, akademîsyenên Zanîngeha Muş Alparslanê li çolterê gav bi gav digerin û lêkolînên arkeolojîk dikin.
Di dema van xebatan de hin fosîl hatin dîtin.
Xuya dike ku ev fosîlên zindiyên behrê ne.
Jixwe tê zanîn ku bi deh milyonan sal berê li herêmê behr hebûye.
Tê texmînkirin ku fosîl 35 milyon salî ne.
Piştî lêkolînên li labaratûarê derbarê van fosîlan de bêhtir agahî wê werin bidestxistin.