Şaredariya Muşê di çarçoveya veguherîna bajarî de xaniyên kevn xera dike û şûna wan yên nû çêdike. Şaredariyê herî dawî 42 xanî û 6 dikan bi riya pişkê teslîmî xwediyan kir. Şaredar Feyat Asya got: “ji bo nûkirin û modernkirina bajar em bi şev û roj dixebitin.”
Li Muşê xebatên veguherîna bajarî bênavber dewam dikin.
Di çarçoveya xebatên şaredariyê de xanî û avahiyên ku ji nû ve tên çêkirin teslîmî xwediyan tên kirin.
Li bajêr herî dawî 42 xanî û 6 dikanên ku ji nû ve hatin çêkirin bi riya pişkê teslîmî xwediyan kirin.
Welatiyên ku xaniyên xwe teslîm girtin, spasî rayedar û berpirsan kirin.